Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî operasyoneke nû li rojavayê Enbarê destpê dikin

Hêzên Iraqî operasyoneke serbazî ya nû jibo vegerandina sê cihên li jêr kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de li rojavayê Enbarê pêk tînin, Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (28ê Îlonê) got.

"Artêş, bi piştigiriya şervanên û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, êrîşek li ser Dulab, Safakiya û rojhilata Cuba yên ku di dest DAIŞ de ne pêk anîn," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên me pêşveçûnên mezin pêk tînin û DAIŞ di bin fişara êrîşên asmanî û agirên me yên xurt de neçar dimîne vekişe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500