Nûçeyên Iraqê

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş: Sînorê Îraq-Sûrîyayê bi temamî ewle ye

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Pêncşemê (1ê Mijdarê) ragihand ku sînorî Îraqî-Sûrî bi temamî ewle ye û hemû xebat û tevgerên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li nav xaka Sûrîyayê tên çavdêrîkirin.

"Sînorê me bi temamî ewleh e û dijminê terorîst nêzî pênc kîlometran dûrî sînorê me ye li nava xaka Sûrîyayê," peyvdarê fermandarîyê, emîd Yahya Resûl di konferansekî rojnamevanî de roja Pênşemê li devera sînorî ragihand.

"Bihêzkirin û xebatên mezin hatine encamdayîn ji alîyê hêzên Îraqî ve bo rêgirtin li ber hemû derfetên li pêşya dijmin bo derbaskirina sînor bo nav xaka Îraqê," Resûl ragihand.

"Me bi temamî sînorê Sûrî-Îraqî çavdêrî kiriye û em piştrast dikin ku ew li ser asteke bilind asêkirî ye û baş hatiye teqwîyekirin," Resûl wiha got. "Xebatên me yên hewalgirî jî hene, û ew teknolojîya nûjen bi kar tînin, di nav de dron û kamîrayên li ser germahîyê kar dikin, herwiha em êrîşên asmanî pêk tînin."

"Eger dijmin hewl da nêzî sînorê me bibe, ew dê rastî bersiveke dijwar ji alîyê yekîneyên me were," Resûl daxuyand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500