Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî malbatên asêmayî li Qaimê rizgar dikin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî pasevaniyê di dema operasyoneke serbazî de dikin daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarokê Anahê yê parêzgeha Enbarê di 22ê Îlonê de derxin, berî ew herin daku Qaimê rizgar bikin. [Muaz Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî pasevaniyê di dema operasyoneke serbazî de dikin daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarokê Anahê yê parêzgeha Enbarê di 22ê Îlonê de derxin, berî ew herin daku Qaimê rizgar bikin. [Muaz Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî bi sedan malbat rizgar kirin, malbatên ku di navbera jêdera guleyan li Qaimê de dorpêçkirî bûn, serkirdeyekî êlî îro Sêşemê (31ê Cotmehê) got.

Şer dora hefteyekê berdewam kir daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarokê sînorî derxin, asêgeha wê ya dawî ya mayî li rojavayê Enbarê.

Roja Duşemê, hêzên Iraqî bi piştgiriya balefirên hevpeymaniyêdestpê kir girtin ser bajarokê Ubêdî li derveyî başûrê Qaimê.

"Me bêtir ji 300 malbatî rizgar kirine, piraniya wan jin û zarok in, ên dixwestin bigihin hêzên ewlekariyê lê li deverên şer bi DAIŞê re ew hatin dorpêçkirin," serkirdeyê êlî Şêx Qatrî Ubêdî ji Diyaruna re got.

"Ew bi guleyan hatibûn dorpêçkirin û wextî bi guleyên terorîstan hatibana kuştin, lê dawî hêzên me karîbûn bigihin wan û bi awayekî ewle wan ji xetên şer derxin," wî anî ziman.

"Me ew veguhestin deverên ewle û kampên bêwariyê daku xizmetên hewarçûn û guhdanê wergirin," wî got.

Piraniya van malbatan li deverên nêzîkî Qaimê dijîn, wî got, wî anî ziman ku DAIŞê ew ji malên wan derxistin daku mertalên zindî bikarbîne yan wan weke navendin berevaniyê bikar bîne daku astengiyê ji pêşketina hêzên me re cêbike.

Parastina jiyana sivîlan

Hêzên Iraqî pêbend in ne ku jiyana sivîlan biparêzin, herwiha, em dê nehêlin ku DAIŞ gefê li xweşiya wan bike, Ubêdî got, wî anî ziman "korîdorên ewle ji xelkê ku ji bajar derdikevin hene daku têre derbas bibin".

Artêşa Iraqî û hêzên êlî pêşketineke baş pêk tînin û karîbûn gelek deveran rizgar bikin, di nav de Hesa, Ewanî, Cebab, Zîla û Saadiyayê, wî anî ziman.

Herwiha wan DAIŞ ji binesaziyên hikûmî, di nav de kargehên sazkirna trênan, kargeha çemento, zeviya gazê Akas, devera T1 û bingeha asmanî Saed, wî got.

Herwiha artêşê Kompleksa Akaşatê û depoyên fosfatê vegerandin, û gundên Umil Walif, Hesen Elî û Um Tînayê rizgar kirin, fermandarê operasyonên hevbeş ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela di daxuyaniyekê de îro Sêşemê got.

Tirimbêlên bombekirî yên DAIŞê, navendên ragihandinê û fermandariyê, depoyên çekan û kargehên çêkirina teqemeniyan di operesyonê de hatine wêrankirin, Ubêdî got.

Di heman demê de, herî kêm 300 teqînên bidestçêkirî hatine sarkirin û teqandin.

Gelek ji van bîdonên Oksicînê yên ku bi teqemeniyan hatibûn miştkirin û li seranserî rêyan li deverên derdora Qaimê hatibûn çandin, wî got.

"Ev amûr pêşketina me dereng dihêlin, lê em berdewam dikin û em pêşketinê li ser erdê pêk tînin," Ubêdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500