Nûçeyên Iraqê

Parêzgeha Selahdîn "bi tevahî" ji DAIŞ hat rizgarkirin

Gundê dawî yê di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Selahdînê hat rizgarkirin, bi vî awayî dawî li hebûna girupê li parêzgehê hat, Parêzgarê Selahdînê Ehmed Ebdila El-Ciburî di derengiya roja Yekşemê (25ê Îlonê) got.

"Hêzên Iraqî gundê Meşk, 60 km dikeve Bakurê Tîkrît, bi tevahî rizgar kirin û ala Iraqî li ser beregeha polîs û dibistanê hildan," el-Ciburî di konferansekî çapemeniyê de got.

"Bi rizgarkirina Meşak, Selahedîn aniha bi temamî ji DAÎŞ rizgar bûye piştî ku girûpê du sal û sê mehan gelek bajarên parêzgehê kontrol kiribû," wî got.

Di qonaxa bê de dê giringî bi ji nû ve avakirin û vegera welatiyên bo warê xwe bê dayîn piştî derkirina girupê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500