Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî mezintirîn tax li rojhilatê Mûsilê rizgar kirin

Hêzên Iraqî mezintirîn taxa niştecihbûyî ya li rojhilatê Mûsilê bi temamî rizgar kirin piştî şerekî ku du rojan dirêj ku û tê de "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rastî wendahiyên giran hat, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Înê (9ê Kanuna yekem) got.

"Hêzên Iraqî taxa Zihûr rizgar kirine û ala Iraqê li ser avahiyên wê bilind kirine," Fermandarê Operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm el-Ciburî ji Diyaruna re got.

"Ew taxa herî mezin e li rojhilatê Mûsilê" wî got. "Artêşê, polîs û hêzên Dije-Terorê, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, ji sê aliyan ve êrîşî molgehên DAIŞ ên li wir kirin."

"Rizgarkirina bi temamî ya taxê êvara Pêncşemê pêk hat, û hêzên me dest bi xurtkirina cihên xwe yên nû kirin û alîkarî ji niştecihên li wir re pêşkêş kirin," wî got.

Hejmara malbatên yên ku ji herêmên di bin kontrola DAIŞ de li Mûsilê reviyane kampên awareyan ên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê û NY hatibûn avakirin gihiştiye 94,000 kesan, Wezareta Iraqî ya Koç û Koçberan roja Pêncşemê (8ê Kanuna yekem) got.

Wezaretê û saziyên navdewletî berdewam in di pêşkêşkirina alîkariya lezgîn ji wan re, wezaretê got, û diyar kir ku kampne din tên çêkirin weke tedbîrekê li hember herikîna awareyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500