Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymanan li bingeha DAIŞ a li rojavayê Mûsilê dan

Balafirên hevpeymanan bingeheke "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê rûxandin, di encamê de 11 çekdarên girupê hatin kuştin, Wezareta berevaniya Iraqî roja Sêşemê (30'ê Tebaxê) got.

"Balafirên hevpeymanan serê sibeha roja Sêşemê bingeha DAIŞ ya sereke li Hemam el-Aleyl, 10 kîlomitiran dikeve rojavayê Mûsil de, hedef girt di encamê de 11 terorîst hatin kuştin," Fermandarê operasyonên Nînewa Necmedîn Karîm el-Ciburî ji Diyaruna re got.

Hejmarek mezin ji çek û cebilxaneyan û herweha hejmareke nediyar ji Otombîlan di bombebaranê de hatin rûxandin, wî got.

"Cih xaniyekî leşkerekên artêşa Iraqî bû ku ji aliyê DAIŞ ve hatibû kontrolkirin piştî dagirkirina bajêr," got jî. "Operasiyon bihevkarî û hevahengiya navbera hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî de hatibu li darxistin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500