Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyekî opozisyona Sûriyê di teqîneke bi destê DAIŞ de hat kuştin

Endamekî hukmeta opozisyona Sûriyê yek ji herî kêm 12 kesan bû ku di êrîşeke bi otombîleke bombekirî de ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li sitûyê girt roja Pêncşemê (22yê Îlonê) hat kuştin, AFP ragihand.

DAIŞ êrîş di daxuyaniyeke dê ku di medya civakî de hatiye weşandin kir sitûyê xwe.

Li gorî Hevpeymaniya Niştemanî ya Şoreşa Sûrî û Hêzên Opozisyonê, êrîş armanca ahengeke vekirina bingeheke polîsan li Inxil, li parêzgeha Dera ya li başûrê welat, kir.

"Duwazdeh kes, wezîrê şaredariyan ya hukmeta (opoziysyonê) demekî, Yeqûb el-Emar yek ji wan bû, hatin kuştin," û dehên din jî birîndar bûn, berdevkê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî Şadî el-Cundî got.

Kesayetiyên opozisyonê, çekdarên opozisyonê ligel berpirsên xwecihî di nav qurbaniyan de bûn, el-Cundî got.

Hukmeta demkî di dawiya sala 2013an de hat pêkanîn û saziyan li hin beşên Sûriyê ku di bin kontrola opozisyonê de ne birêve dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500