Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî bidawîhatina agirbesta lawaz radigehîne

Hêzên çekdar ên Sûriyê roja Duşemê (19ê Îlonê) gotin ku agirbesta yekheftî ya bi navbênkariya Emerîka û Rûsiya bidawî bû, û çekdarên opozisyonê bi binketina wê tohmetbar kirin, AFP ragihand.

Di daxuyaniyekê de ku ajansa hikûmetê SANA hubelav kir, artêşa Sûriyê got ku rawestandina şer a ku hefteya borî hatibû ragihandin bidawî hat û girûpên opozisyonê tohmetbar kirin.

Tundûtûjî li seranserê welat roja Duşemê zêde bû, ligel pevçûnên dijwar yên ku li rojhilatê Şamê hatin ragihandin û zarokek di topbarankirina rejîmê de li qeraxên Helebê hat kuştin.

Ji 12 Îlonê ve, çaxê ku agirbestê destpê kir, 27 sivîl, Neh ji wan zarok bûn, di deverên ku xwedêgiravî şer li wan rawestiya bû hatin kuştin, Rewangeha Sûrî jibo Mafên Mirov got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500