Nûçeyên Iraqê

Girûpên opozisyona Sûrî dijî Eniya Nusra hev digirin

Çend girûpên opozisyona Sûrî roja Pêncşemê (26ê Kanûna Duyem) dijî girûpa, ku beriya niha bi Qaida ve girêdayî li welatê ku şer ew ji hev xist,hev girtin, dema ku pevçûn bo cara sêyem di navbera hêzên dijî rejîmê de derketin, li gorî AFP.

Pênc girûpên opozisyonê tevlî Ehrar el-Şam bûn daku şerê Eniya Nusra bikin, ku par navê xwe kir Eniya Fetih el-Şam piştî îdîa kir ku wê peywendiyên xwe ligel Qaida qut kirin.

Pevçûn di destpêka vê heftiyê de dubare derketin holê piştî ku opozisyon beşdarî danûstandinên aştiyê li paytexta Kazaxî Astana bû, ku li ser bingeha agirbesta qels ya li seranserê welat tê avakirin.

Eniya Nusra, ku ne beşek ji agirbestê ye û beşdarî danûstandinên Astana nebibû, gelekî weke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), girûpên opozisyonê bi gihiştina rêkeftinekê bo şerkirin û têkbirina rêkxistinê tohmetbar dike.

Roja Sêşemê, Eniya Nusra êrîşî molgeheke desteya Ceyş Mucahidîn kir, û şer di navbera wê û girûpên opozisyonê li parêzgehên bakûrî yên Idlib û Heleba nêzîk destpê kir.

"Di çend saetên borî de zincîreke êrîşan şoreşa me ya pîroz kire armanc, û bû sedema rûbirûbûna temam," Ehrar el-Şam roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de got.

Ev yek bû sedema ku pênc girûpên opozisyonê, Ceyş Mucahidîn û Suqûr el-Şam jî di nav wan de, bixwazin bibin beşek ji Ehrar el-Şam, daxuyaniyê got.

"Hemû êrîşên li dijî endamên tevgerê yanjî molgehên wê dê weke ragihandina şer bên hejmartin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500