Nûçeyên Iraqê

Kemyonên alîkariya NY ji bo Sûriyê sînor derbas dikin

Bîst kemyonên barkirî bi alîkaryên herî pêwîst ji bo rojhilatê Helebê herêmeke tampon navbera Sûriyê û Tirkiyê derbas kirin, AFP roja Pêncşemê (15ê Îlonê) ragihand.

"Her 20 kamyonan ... sînorê Tirkî derbas kirin, ew li herêma tampon di navbera sînorê Tirkî û Sûrî de ne," Jan Egeland, serokê erkên mirovahî ya NY ji bo Sûriyê got.

"Ew çaverê dikin û ev 48 saet in li ser sînorê dirazin. Lewra dibe her kêliyekê derbas bibin," wî got, bi hêviya radestkirina alîkariyan ji bo rojhilatê Helebê roja Înê pêk bê.

Rûsya roja Pêncşemê got ku hêzên rejîma Sûriyê dest bi paş vekişînê kirine, ji derdora rêya Kastîlo, damara serekî nav Helebê de, û valakirina rê ji bo şandina alîkariyan.

Tê texmînkirin ku 250,000 sivîl bi destê hêzên rejîmê li rojhilatê Helebê ya ku di dest opozisyonê de dorpêçkirî ne, û bê alîkarî ne ji dema ku hêzên rêjîmê rêya Kastîlo di destpêka Temûzê desteser kirine.

Hema rê bi ewle bibe, xalên kontrolê yên taybet dê bên danîn ji bo ku " rê li ber karwanên NY neyên girtin", şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura got.

Egeland got ew geşbîne ku pirsgirêkên radestkirina alîkariyê dê zû çareser bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500