Nûçeyên Iraqê

Karwana alîkariyê ji bo bajarokê el-Wear ê dorpêçkirî: NY

NY got tê payîn ku karwaneke mezin a alîkariyan roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) bigihêje el-Wear, bajarokekî dorpêçkirî li Humsa Sûriyê, AFP ragihand.

"Em amade ne ji bo barkirina karwaneke mezin ku bigihêje bajarokê dorpêçkirî el-Wear," Jan Egeland got, ku serkêşiya alîkariya mirovî ya navnetewî ya NY ji bo Sûriyê dike.

Ger karwana alîkariyê bikeve rê, ev yek wê "wateyeke mezin" be, wî got, behsa bajarokê bin destê opozîsyonê li Humsê kir, ku ji aliyê rejîmê ve dorpêçkirî ye, û "zêdetirî sê mehan bê alîkarî" bû.

Rewşa bajarok " xirab" e, wî got, ku gelek ji ber nebûna alîkariyên mirovî jiyana xwe jidest dan.

Hefteya borî, alîkarî di dawiyê de gihişte bajarokê dorpêçkirî yê Dareyê ji bo cara yekemîn ji sala 2012an ve û Dûma ji bo cara yekemîn ji sala 2014an ve.

Egeland got eger alîkarî bo el-Wear weke ku roja Pêncşemê hatiye plankirin biçin, NY wê alîkarî gihandibin 16 ji 18 herêmên dorpêçkirî li Sûriyê ji naverasta meha Sibatê ve.

Wî got, ew hêvî dike ku bigihêjin herdu deverên mayî, Erbîn û Zemelka li gundewarên Şamê ji, û ev yek dikare cihê xwe di "rojên pêş" de bigire.

Egeland herwiha agirbesta 48 seatan a ku roja Pêncşemê li bajarê Helebê pêk hat bibîr xist, û bang li hemû aliyan dike "ji bo bikaranîna vê derfetê" ji bo hewldana agirbesteke mayînde firehtir û dûr ji tundiyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev babet pir baş e.

BERSIV BIDE