Artêşa Iraqî rêyeke biyabanî ya girîng ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûrî dihate bikaranîn kontrol kir, Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (14ê Îlonê) got.
"Artêş rêya biyabanî ya Cebel Ebyed, ku ew yek ji rêyên herî girîng yê DAIŞ yên piştgiriyê û pêwendîkirina di navbera Ebu Kamala Sûrî û başûr-rojavayê Enbarê ye, di nav wan de Rutba, Kîlo160 û Qayim dubare kontrol kir," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Vegera artêşê bo devêrê ji du eniyan ve di berbangê de, terorîstên DAIŞ derxist û xalên wan ên kontrolê wêran kirin," Resûl got.