Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Qonaxeke nû ya pêngava "Vîna Serkeftinê" dest pê dike bo nehiştina DAIŞê li biyabana Enbarê heta sînorê Siûdîyê

Xalid Taî

Yekîneyên artêşa Îraqî li biyabana Enbarê belav dibin di çarçoveya qonaxa çarem a pêngava "Vîna Serkeftinê" di 27ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên artêşa Îraqî li biyabana Enbarê belav dibin di çarçoveya qonaxa çarem a pêngava "Vîna Serkeftinê" di 27ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (16ê Îlonê) qonaxa pêncem a pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî dest pê kirin bo paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji biyabana Enbarê heya bi sînorê Îraqî- Siûdî der bixin.

Fermandarên artêş û polîsê yên li parêzgehên Enbar û Kerbelayê beşdarî vê operasyonê bûn, herwiha yekîneyin ji zîrevanên sînor ên Bexda, Babil û Besrayê, hêzên parastina rêyên bilez û hêzên serferber ên êlan, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ragihand.

Hêzên Îraqî pêngav di 7ê Hezîranê de dest pê kir ,qonaxên destpêkê giranî dan paqijkirina deverine mezin ji paşmahîyên DAIŞê li derdora parêzgehên Bexda, Enbar, Diyala, Nînewa û Selahedînê.

Operasyona niha dê devereke biyabanî berfireh ku rûbera wê 60,000 kîlomter çargoşe ye bide ber xwe, navbera parêzgehên Enbar, Kerbela û Necefê, Sêşemê Resûl wiha ji Diyaruna re eşkere kir.

Hêzên Îraqî veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê bombebaran kirin di çarşoveya qonaxa yekem a pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî de roja 8ê Hezîranê. [Wêne ji hêzên Pasdarên Sînor hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê bombebaran kirin di çarşoveya qonaxa yekem a pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî de roja 8ê Hezîranê. [Wêne ji hêzên Pasdarên Sînor hatiye wergirtin]

Wî got "devera ku pêngavên lêgerîn û maliştina asmanî û bejahî wê armanc kiriye li başûrê rêya bilez a navdewletî ye ber bi sînorê Îraqê yê bi Siûdîyê re [rêya Nuxêb- Erarê]."

Resûl anî ziman ku ev dever xwedî kendûkozên zehemt in, ku rêyên xwehr, şikeft û newalên biyabanî lê pir in, nemaze Wadî el-Qehf.

Wî dîyar kir ku "operasyon piştî raportine ku ji çavkanîyên me yên hewalgirîyê hatin dest pê kir ku paşmahîyên DAIŞê xwe li deverê vedişêrin."

Resûl got ku "hêzên me aniha bi awayekî berfireh li terorîstan digerin ji gelek alîyan ve da wan dorpêç bikin û nehêlin birevin," û da zanîn jî ku balafirên Îraqî û yên Hevpeymanîya Navdewletî êrîşine asmanî li deverê pêk anîn.

Wî destnîşan kir ku operasyon "dê nesekine heya bi temamî armancên xwe bi dest nexe ku deverê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bike û hebûna wan li wir bi dawî bike."

Resûl got ku encamên ku pêngava "Vîna Serkeftinê" heya niha bi dest xistine ew in ku "dijmin ji hev ketiye û nikare xwe li ber êrîşên me ragire."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em înternetê dixwazin.

BERSIV BIDE