Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq qonaxa sêyem a pêngava "Vîna Serkeftinê" dest pê dike

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî li paşmahîyên DAIŞê digerin li beravên çemê Diclayê li bakurê Bexdayê roja 22ê Tîrmehê di çarçoveya qonaxa yekem a pêngava "Vîna Serkeftinê" d. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li paşmahîyên DAIŞê digerin li beravên çemê Diclayê li bakurê Bexdayê roja 22ê Tîrmehê di çarçoveya qonaxa yekem a pêngava "Vîna Serkeftinê" d. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (5ê Tebaxê) qonaxa sêyem a pêngava ewlehî ya "Vîna Serkeftinê" dest pê kirin, ku ew dê giranîyê bidin paqijkirina rûberên berfireh ji parêzgehên Diyalayê û Nînewayê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Yekînene fermandarîyên operasyonên Nînewayê û Diyalayê, hêzên polîs û êlên xwecihî di operasyonê de cih digirin, berdevkê Wezareta Berevanîyê, emîd Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku balefirên şer ên Îraqî û Navdewletî sergirtina cewî dabîn dikin.

Xefacî got ku devera operasyonê topografî wê komplêks e ku mişt gir e, "di nav de girên Atşanayê û deverên Badûşê û Şêx Brahîm li Nînewayê".

Leşkerên Îraqî li biyabana rojavayî ya Enbarê cih digirin bo girtina paşmahîyên DAIŞê û lêgerîna li veşartgehên wan di çarçoveya qonaxa yekem a pêngava "Vîna Serkeftinê" de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li biyabana rojavayî ya Enbarê cih digirin bo girtina paşmahîyên DAIŞê û lêgerîna li veşartgehên wan di çarçoveya qonaxa yekem a pêngava "Vîna Serkeftinê" de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyon zincîra girên Hemrînê û gundên dûrdest ên li beşê bakurî yê navçeya Celewlayê, Muqdadiyayê û Xaneqînê li Diyalayê dide ber xwe.

Wî got ku çend demjimêran pêş destpêkirina operasyonê, balefirên şer ên hevpeymanîyê kombûneke paşmahîyên DAIŞê li gundê Semerê armanc kirin, ku devereke biyabanî ye û dikeve navçeya Mexmûrê, li başûr-rojhilatê Mûsilê.

"Şeş terorîst hatin kuştin, di nav de sê serkêşên DAIŞê," Xefacî got.

Wî got ku demjimêrên destpêkê ji operasyonê kuştina herî kêm pênc endamên DAIŞê û wêranbûna çendîn malên vehewanê û veşartgehan li Nînewayê dîtin, û da zanîn ku girên Atşanayê û gundên girêdayî Badûşê aniha paqij in.

Wî got ku di heman demê de li Diyalayê, "sê terorîst ku ji ber tawanên terorî tên xwestin hatin girtin û du malên vehewanê û cihên raz hatin wêrankirin".

"Xelaskirina Îraqê ji DAIŞê"

Hêzên Hevbeş ên Îraqî 7ê Tîrmehê dest bi pêngava "Vîna Serkeftinê" kirin bo derxistina paşmahîyên DAIŞê ji biyabana rojavayî ya Îraqê û ji deverên bi dirêjahîya sînorê Sûrîyayê.

Pêngava ku Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ragihand, armanc dike ku hebûna şanên DAIŞê bi temamî li biyabana ku parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê dide ber xwe û heta bi sînorê Îraq-Sûrîyayê dirêj dibe bi dawî bike.

Xefacî got ku qonaxa sêyem a pêngavê "qonaxeke nû a rûbirûbûyîna rasterast bi paşmahîyên terorîzmê re", û da zanîn ku dê operasyonên bêhtir bên destpêkirin heta ku rêxistin bi temamî were jinavbirin.

Xefacî got ku her du qonaxên operasyonê, ku giranîyê didin paqijkirina biyabana rojavayî ya Enbarê û deverên li bakurê Bexdayê ji DAIŞê, "encamên ewlehî yên girîng" bi dest xistin.

"Qonaxa li dar peyameke zelal dide terorîstan: em dê girtina we ranewestînin," wî got. "Em dê Îraqîyan ji belaya we xelas bikin, malbatên bêwar vegerînin deverên wan, û aştî û ewlehîyê li hemû deverên Îraqê biçînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima hûn qala Îraqa îroj nakin di şûna van babetên ku nayên qebûlkirin de? Îraq mişt gendelî ye, lewra divê ji destpêkê ji hundir ve were paqijkirin, paşê wê derve bi awayekî otomatîk were paqijkirin. (Her bijî Îraq!)

BERSIV BIDE