Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq qonaxa 6an a pêngava "Vîna Serkeftinê" dest pê dike

Xalid Taî

Hêzên Îraqî êrîşeke asmanî li ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê pêk anîn weke beşekî ji qonaxa yekemîn a pêngava "Vîna Serkeftinê" di 8ê Tîrmehê de. [Wêne ji Hêzên Zêrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî êrîşeke asmanî li ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê pêk anîn weke beşekî ji qonaxa yekemîn a pêngava "Vîna Serkeftinê" di 8ê Tîrmehê de. [Wêne ji Hêzên Zêrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Yekşemê (6ê Cotmehê) qonaxa şeşan a pêngava "Vîna Serkeftinê" dest pê kirin da deverên başûr-rojavayê Selahedînê heya bakurê Enbar û Girava Nînewayê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bike.

Hêzên Îraqî dest bi pêngavê di 7ê Tîrmehê de kir, ku qonaxên berê giranî dabûn paqijkirina paşmahîyên DAIŞê ji rûberên berfireh li derdora Bexdayê û ji parêzgehên Enbar, Diyala, Nînewa û Selahedînê.

Operasyona nû, ya ku xaknîgarîyeke mezin dide ber xwe, "pêwîst" bû, endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Selehadînê Ebid Sultan Îsa Cibûrî ragihand.

Cibûrî da zanîn ku devera armanckirî çîyayên Mexûl û devereke biyanî berfireh digirie nava xwe ji gola Sersar heya bi rêya ku bajarên Becî li bakurê Tekrîtê û Hedîsa li rojavayê Enbarê, bi başûrê Hetra ve li Nînewayê girê dide.

Wî dîyar kir ku "raportên me yên ewlehî dibêjin ku hebûna tevgera endamên DAIŞê û veşartgehên wan li van deveran heye, lê sînordar in û şanine belawela hene ku ne ji hêla fermandarîyeke navendî tê birêvebirin."

"Ew gelekî tev nagerin û her tim xwe li cihine razî vedişêrin ku zehmet e werin dîtin," Cibûrî anî ziman. "Tevî wisa, êrîşên asmanî yên giran û çavdêrî nahêlin ew zêde bimînin."

"Gefeke mezin nîne"

Wî daxuyand ku "êrîşên asmanî yên berdewam tevger û çalakîyên terorîstan sînordar kirine," da zanîn jî ku bi dehan kes ji wan di êrîşên hevpeymanîya navdewletî de hatine kuştin, bi taybet li çîyayên Mexûlê.

Wî got ku êrîşên asmanû ligel operasyonên leşkerî yên nişkayî pêk dihatin, ên li dijî armancine taybet ên DAIŞê ku berê ji hêla çavkanîyên hewalgirîya Îraqî hatine dîtin.

Cibûrî anî ziman ku operasyona leşkerî ya nû "beşeke ji fişara ewlehî ya berdewam li ser paşmahîyên DAIŞê ye da wan lawaz bikin û dawîyê li hebûna wan bînin."

Wî destnîşan kir ku gelek stargeh hatin wêrankirin di vê qonaxê de û çekên sivik û navîn û cebilxaneya jîyandar hatin desteserkirin.

Wî da zanîn ku di operasyonên leşkerî yên berê de çavkanîyên piştevanîya çek û alavan ên terorîstan hatin lawazkirin, ji lew re ew tenê xwe dispêrin tiştên li cem wan mayî, ku ew jî hin bi hin xelas dibin ji ber êrîşên giran."

Cibûrî teqez kir ku paşmahîyên DAIŞê "gefeke mezin çênakin" ji parêzgeha Selahedînê û yên din ên rizgarbûyî re.

Cibûrî ragihand ku "rewş li jêr kontrolê ye; terorîst tu tişt di dest wan de tune ye ku êrîşekê pêk bînin, da zanîn jî ku êrîşên wan "biçûk û pirê caran li deverên bê xelk in."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazin tevlî artêş bibim, eger ev yek pêkan be.

BERSIV BIDE