Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî gihiştine pireke girîng li Mûsilê

Hêzên Iraqî yên ku li hember "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê dicengin roja Duşemê (27ê Sibatê) gihiştin pira dawî li başûrê bajêr, li gorî AFP.

Vê pêngavê, ku beriya heftiyekê ber bi aliyê rojavayî ji Mûslê destpê kir, rê da hêzên Iraqî ku pireke daleqandî di navbera herdu aliyê bajêr de dirêj bikin û guvaşê li tundrewan bikin.

"Hêzên Bersivdayîna bilez û polîsê fedral taxa Cewseq kontrol kirin û aniha li heta bi nêzî pira çaremîn hakim in," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Yehya Resûl got.

Wî qala her pênc pirên ku dikevin beşê herî başûrî de dikir -- Ew hemû hatine wêrankirin û bêkêr in -- di ser Çemê Diclayê re ku bajêr Mûsilê dike du beş.

"Ev tê wateya ku pir ji herdu aliyan ve di bin kontrola me de ye," Resûl got.

Her roja Duşemê, hêzên Iraqî yek ji taxên herî girîng rizgar kir piştî pevçûnên dijwar li hember DAIŞ, Fermandariya Operasyonên Nînewa got.

"Hêzên hebveş ên Iraqî taxa Teyran a dikeve rojavayê Mûsilê rizgar kir," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên me xesarên mezin gihandin DAIŞ ji aliyê can û çekan ve," daxuyaniyê got.

Eqîd Amir Saedî, fermandarê fewcê 2ê yê Firqa 10ê ya zirxî, ji Diyaruna re got ku aniha hêzên Iraqî dora 30% ji rojavayê Mûsilê kontrol dikin.

"Pêşveçûneke berçav li taxên din tê bidestxistin, di nav de Wadî Hecer, ku yek ji girîngtirîn asêgehên girûpa terorîst e," wî got jî.

"DAIŞ bi paş ve vedikişe û pêşveçûn li gelek eniyan heye daku rê li ber reva terorîstan ji deverê were girtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500