Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî deverekê li bakûrê Bêcî vedigerîne

Hêzên Iraqî di êrîşa jinişkave ya roja Sêşemê (13ê Îlonê) de devera Herariyat ya li bakûrê Bêcî li parêzgeha Selahedînê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, polîsê federal yê Iraqî got.

"Hêzên polîsê federal û artêşê êvara roja Sêşemê Herariyat, kargeh û sazgehên li beşê rojavayî ji deverê jî, di êrîşeke berfireh ya jinişkave de rizgar kirin," birêveberê polîsê federal lîwa Raed Şakir Cewdet got.

Piştî ku DAIŞ rastî têkçûnên giran di êrîşê de hat endamên wê ji deverê hatin derxistin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500