Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêşmerge DAIŞ li deşta Neynewa dişkîne

Xalid el-Tayî

Hêzên Iraqî ber bi başûrê Mûsilê ve pêş dikevin da ku di operasyonekê de ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" beşdar bin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî ber bi başûrê Mûsilê ve pêş dikevin da ku di operasyonekê de ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" beşdar bin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Di operasyoneke serbazî ya jinişkave de, hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dan, û ew grûp ji neh gundên rojhilatê Mûsilê derxistin û li derdora bajêr hatin bicihkirin.

"Hêzên Pêşmerge niha neh gundên herdû bajarên Nemrûd û Bertila li mîhwera rojhilatê Mûsilê, ku bi navê el-Xazir tê naskirin, kontrol dikin," Xiyas Surçî got, ku berpirsê ragihandina navenda Mûsilê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ye, ku partiyeke siyasî ya Iraqî Kurdî ye.

Gundên Muftî, Zehret Xatûn el-Kubra, Zehret Xatûn el-Suxra, Tel Eswed, Werdik, Kezkan, Tercîla, Tûlbend û Cemakûr, hemû li deşta Neynewa, di destpêka Hezîranê de hatin rizgarkirin, wî ji Mewtinî re got.

"Ew gund piştî êrîşeke jinişkave ya mezin ji aliyê hêzên Kurdî ve hatin rizgarkirin, ku karîn ziyanên mezin bigihînin rêzên DAIŞ," Surçî got.

"Bi sedên terorîstan hatin kuştin an jî birîndar bûn," di nav wan de 10 êrîşkarên xwekuj ku kemerên bombekirî lixwe kiribûn, wî got, herwiha 20 weke esîr hatin girtin.

Şeş serbaz di operasyonê de hatin kuştin û pênc birîndar bûn, Surçî got.

Balafirên hevpeymaniyê "piştgiriyeke gelekî baş dane me û alîkariya me kirin ku em pêş bikevin di şerê li dijî dijmin de ku hin caran tenê di çarçoveya bi sedên metran de tê kirin", wî got.

Hêzên Kurdî bi vê serkeftina stratejîk ranawestin, wî got jî, lê wê "berdewam bin li ser pêşketinê heta hemû erda di bin destê çekdaran de li Neynewa rizgar bikin".

"Girtineke baş ji erdê re"

Hêzên Kurdî "wan erdên ku rizgar dikin baş digrin û di amadebaşiyê de ne ji bo her operasyoneke serbazî ya nû li mîhwera rojhilatê Mûsilê", endamê komîteya ewlekarî ya encumena Neynewa Dawûd el-Cundî got.

"Operasyona dawî hişt ku Pêşmerge girîngiyê bidin gundewarên Mûsilê, ji ber ku niha tenê 60 kîlometran dûrî bajêr in," wî ji Mewtinî re got.

"Di operasyonê de ziyanên mezin di can û çekan de gihane dijmin," wî got jî. "wê çekdarên xwe yên herî xurt jidest dan, herwiha gelek otombîlên wê yên şer hatin wêrankirin û qaseke mezin ji çek û cebilxaneyê hat desteserkirin."

"Hin mîhweran şerekî germ û berxwedaneke tund dîtin," wî got. "Lê li mîhwerên din terorîst tenê endamên xwe yên xwekuj têxin di şer de û ji meydana şer direvin ber bi Mûsilê ve."

"Serkeftina ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat bidestxistin serkeftineke mezin bû û êrîşa wan li ser asêgehên terorîstan bi taktîkên suprîz û bilez hatibûn destnîşankirin," berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Sead Memuzînî got.

Nêzîkî 5,500 Pêşmerge di operasyonê de beşdar bûn, wî ji Mewtinî re got, ku serkeftî bû di rizgarkirina nêzîkî 120 kîlometên duca nêzîkî rêya navbera Hewlêr û Mûsilê de.

Hêzên Pêşmerge ber bi Mûsilê ve pêş dikevin

"Gundên rizgarkirî hiştin em gelekî nêzîkî Mûsilê bibin," wî got, anî ziman jî ku bajarokê Qereqoş, ku nêzîkî 30 kîlometran li rojhilatê Mûsilê ye, niha di çarçoveya armancê de ye.

Ev du sal in ku Qereqoş ji aliyê DAIŞ ve hatiye kontrolkirin.

"Herî kêm 200 çekdarên DAIŞ di şerê li mîhwera Xazer de hatin kuştin, di nav wan de rêber di rêxistinê de jî hebûn," Memuzînî got, û hêzên Pêşmerge pêşketina xwe berdewam dikin ji bo vegerandina bajarok û gundên deşta Neynewa.

Yekîneyên serbazî yên nû gihane bingeha artêşa Iraqê li Mexmûrê, li başûrê Mûsilê, Wezareta Berevaniya Iraqê di daxuyaniyeke 13ê Hezîranê de got.

"Hin feyleq ji Firqeya Mertalkirî ya 9ê ji Bexdayê berê xwe dan Neynewa," daxuyaniyê got, anî ziman jî ku Wezîrê Berevaniyê Xalid el-Obeydî bi wan re ye "ji bo bilindkirina moral û rihê şer" ê serbazan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500