Nûçeyên Iraqê

32 çekdarên DAIŞ di operasyonên Enbarê de hatin kuştin

Hêzên Iraqî 32 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di operasyoneke serbazî de li seranserê Enbarê di du rojên borî de hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê roja Duşemê (3yê Cotmehê) got.

Firqaya 7ê ya artêşê çend operasyon û êrîşên jinişkave rojên Şemî û Yekşemê li Zawiya, Elbû Diyab, Elbû Elî û Cewana pêk anîn û herî kêm 32 çekdarên girûpê kuştin, ku hejmarek ji wan çekdarên biyanî bûn, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Endamên bilind di nav kuştiyên di opersyonan de hebûn," daxuyaniyê got, da zanîn jî "serkêşê xuyayî yê DAIŞ Beşîr Sofî di operasyonê de hat girtin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500