Nûçeyên Iraqê

Agirbesta Sûrî bi tevaya roja yekemîn derbas dibe

Agirbesta li Sûriye ku bi serperiştyariya Rûsya û Amerîkayê tevayiya roja yekem roja Sêşemê (13'ê îlonê) hate qedandin, AFP ragihand

Çek di dema rojava a roja Duşemê, weke beşek ji rêkeftina bi dawîkirina şerê di navbera hêzên rejîmê û grupên opozisonê ên cûrbecûr, ji bilî komên radîkal mîna "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) bêdeng ma ne.

Li bajarê Helebê, şev û sibeha zû, bê êrîşên asmanî yan avêtina mûşekan derbas bû.

Herwiha Şam û taxên di bin kontrola opozisyonê de bêdeng man, û niştecih bikaribin sûdê ji seknandina tundutûjîyê bi boneya Cejna Qurbanê werbigrin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got ku eniyên şerê yên sereke "bi temamî aram" bûn.

Medyaya fermî ya Surî çend binpêkirinên agirbestê ji aliyê opozisyonê li parêzgeha Humsê û li başûrê bajarê Helebê ragihand, lê ti agahiyên tundutûjî an têkçûnên berbiçav ne bûn.

Rêkeftin banga ji bo agirbestê ku her 48 saetan were nûkirin û alîkariyên mirovî yekser werin gihandin, bi taybetî jî ji bo kesên sivîl ku di bin dorpêçê ne.

NY roja Sêşemê got ku alîkarî ji bo sivîlan amade ne,lê karwanên alîkariyan dê nekevin ger heta ku ewlehî bi cî ne be.

Eger agirbest bo hefteyekê bikşîne, Rûsya û Amerîka dê kampanyeke hevbeş ji bo armanckirina tundrewan destpêbike, di nav de DAIŞ û alîgira berê ya Qaîdeyê Enîya Fiteh el-Şam.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500