Nûçeyên Iraqê

Nûnerê NY dibêje ku danûstandinên Sûriyê "ji ber barandina bombeyan zor zehmet in"

Nûnerê NY bo Sûriyê roja Pêncşemê (29ê Îlonê) got ku egera destpêkirineke nêzîk ya giftugoyên hewla bidawîkirina şerê pir lawaz e, AFP ragihand.

"Di dema niha de, dema ku bombe li her derê dibarin, zor zehmet e ku dubare lidarxistina danustandinan rewa be," Staffan de Mistura, piştî hevdîtina bi Papayê Vetîkanê re li Vatîkanê got.

Rûsya roja Çarşemê got ku ew ji destpêkirina danustandinan re li Cinêvê bi Emerîkayê re amade bû piştî hilweşîna agirbestê.

Lê Emerîka gefa rawestandina pabendbûna xwe bi Rûsya re kir piştî zêdebûna bombebarana li ser deverên di bin destê opozisyonê li bajarê Helebê.

"Em di kêliyeke pir girîng de ne, ji lewra pir pêwîste ku dengê xelkê tevlî dsthilata exlaqî ya papa bibe derbarê rastiya nebûna tu çareseriyeke leşkerî," de Mistura got.

"Tu nikarî rêya xwe ya ji bo aştiyê li Sûriyê bombebaran bikî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500