Nûçeyên Iraqê

Agirbesta li Sûriyê lidar e, lê opozîsyon daxwaza garantiyan dike

Agisbesteke bi navbênkariyeke navndewletî li Sûriyê roja Duşemê (12'ê îlonê) destpê kir, lê gûmaneke mezin hebû ku bi ser hêzên opozîsyonê were bicîkirin ji ber ku wan heta niha bi awayekî fermî agirbest îmze nekiriye, AFP ragihand.

Rêkeftina agirbestê, roja Înê, piştî hevdîtina di navbera Rûsya û Emerîkayê de hate ragihandin, bi armanca gihiştin bi rawestandineke demî ya şer û gihandina alîkariyên girîng ji sed hezarên sivîlan re.

Li gorî rêkeftinê, agirbesteke destpêkê ya 48-saetan saet 7'ê êvarî bi dema herêmî destpê kir, û şer li herêmên ne di bin kontrola komên radîkal ên weke "Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) rawestand.

Gihandina aîkarîyan ji çend deverên dorpêçkirî re û herêmên " herî-asêkirî" re hat destpêkirin, û hikûmetê û hêzên opozîsyonê û rêgirî li gihandina alîkariyan nekir.

Agirbest dê her 48 saetan de were nûkirin û, eger hefteyekê dom kir, Rûsya û Emerîka dê bi hev re êrîşî komên radîkal di nav wan de DAIŞ û Enîya Fetih el-Şam bikin.

Lê hevpeymaniyaa oposîtsyona Sûrî roja Duşemê garantî xwestin berî erêkirina rêkeftinê, û got ku nezelal e bê çawa rêkeftinê komên "terorîst" yên armanckirî danasîn kirine, û dê bersivdayîna binpêkirina agirbestê çawa be.

Weke nîşaneke din a lawaziya rêkeftnê, Serokê Sûriyê Beşar Esed roja Duşemê soz da ku dîsan tevahiya welêt ji destê "terorîstan" xelas bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500