Nûçeyên Iraqê

NY: Şerê li herêmên li orta Sûriyê 100,000 kes aware kiriye

Şerê giran navbera hêzên rejîm û opozîsyona Sûriyê de nêzîkî 100,000 kes neçar kirin ku ji malên xwe li parêzgeha Hema ya dikeve orta Sûriyê aware bibin, AFP roja Çarşemê (7'ê Îlonê) ragihand.

Aware ji hin beşên gundewarê bakurê Hemayê navbera 28'ê Tebaxê û 5'ê Îlonê de ber bi gundên derdorê û paytexta parêzgehê reviyan, Ofîsa NY ji bo Karûbarên Mirovî û Hevahengiyê got.

Hevpeymaniyek ji opozîsyonê û hêzên tundrew di dawiya Tebaxê de dest bi êrîşekê li parêzgehê kirin, û di pêşketineke bilez de dest danîn ser gelek deveran û armanca wan firokexaneya Hema bû, ku ji wir helîkopterên rejîmê êrîşên asmanî yên berdewam li dijî şervanên opozîsyonê pêk tînin.

Parêzgeha Hema xwedan girîngiyeke stratejîk a sereke ye ji rejîmê re, hêzên opozîsyonê li parêzgeha Idlibê ji Şamê li aliyê başûr û asêgehên kenarî yên girîng ji rejîmê re li aliyê rojava cuda dike.

Hêzên rejîmê li hemberî vê operasyonê şer dikin, di nav de pêlek ji êrîşên asmanî li ser deverên bin destê opozîsyonê de pêk anîn, û şer jî didome.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500