Nûçeyên Iraqê

Yekem alîkariya xwarinê ya NY di 2 salan de dighêje 30,000 Iraqiyan

NY roja Sêşemê got ku wê piştgiryên xwarinê ji zêdetir ji 30,000 niştecihên Geyare re bo cara yekeme di heyama du salan de şandiye piştî ku hêzên Iraqî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) derxist, AFP ragihand.

Hêzên Iraqî roja 25 Tebaxê DAIŞ ji Geyara derxist, ku ev "heyama du salan ne ku kes nikare xwe bighîne wir", Programa NY ya Xwarinê got.

Xwarin di hefteye borê de hat gihandin ji xurme, fasolî û xwarinên qotîkirî ligel beşên nîsk, birinc, ard, zêta nebatî pêk tê, ku ew têra mehekê dike, Programa NY ya Xwarinê got.

Bajarok "di rewşeke şepirze de ye" û "dûmana reş" ji çolên neftê yên li derdora wê bilind dibe ku DAIŞ di dema şerê de agir bi wan xistibû, Programa NY ya Xwarinê got.

Hemu dikanên wê yan wêrankirî bûn anî girtî bûn û mexzenên xwarinê bi awayeke xeternak kêm bûne û xelk bi tenê li ser genimê wezrê dawî jiyan dikin," wî got.

"Ava vexwarinê ya pak, kehreb û xizmetguzariyên pijîşkî bi awayekî gelek zehmet tên peydakirin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500