Niştecihên Geyara rijane kolanan û aheng gerandin û alayên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) şewitandin dema piştî ku hêzên Iraqî derbasî bajarokê parêzgeha Nînewayê bûn, berdevkê Wezareta Berevaniyê emîd Saed Maen roja Înê (26'ê Tebaxê) got.
"Şêniyên li bajêr mayî ketin kolanan de û aheng gerandin û bixêrhatina artêş, polîs û hêzên taybet kirin," wî ji Diyaruna re got.
"Bi dehên niştecihan di cadeyan dîlan kirin, alayên DAIŞ ji serbanên avahiyan rakirin, û agahî dan hêzên ewlekariyê," wî anî ser ziman.
Artêşa Iraqî û hêzên polîs roja Çarşemê derbasî navenda bajêr bûn û ji wê gavê ve dest bi operasiyonên paqijkirinê kirine.