Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî DAIŞ ji bajarokekî bakurî derdixin di çarçoveya pêngava Hewîca de

Hêzên Iraqî yekem armanca operasyona nû ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anîn di duyem roja wê de roja Înê (22ê Îlonê), derbasî bajarokê Şerqat ê li bakur bûn, AFP ragihand.

Hinek xelk li kolanan aheng gerandin di demekê ku ku hêzên hikûmetê derbasî navenda bajarok bûn û alên reş ên rêxistina tundrew qetandin, ew rêxistina ku bi penceyeke hesinî bajar hukm kir bo bêtirî sê salan.

Nûçegihanên AFP ziyaneke kêm li bajarok dîtin, tevî ku qurbanî di şer de hebûn ji ber ku wan laşên du tundrewan di pişta pîkabekê de dîtin.

Şerqat armanca yekem a operasyoneke giştî bû ku roja Pêncşemê hat destpêkirin ji bo vegerandina Hewîceya asêgeha çekdaran a dorpêçkirî, ku yek ji du molgehên ku DAIŞ li Iraqê kontrol dike.

Fermandarê wî sektorî general Ebdulemîr Reşîd Yarela got ku 20 gundên derdora Şerqat jî ji destê DAIŞ hatin derxistin.

Armanca bê Hewîce bi xwe ye, ku 30 kîlometran bi aliyê başûrê rojhilat ve ye.

Piştî şikestinên DAIŞ li Mûsilê di Hezîranê de û girtina deverên derdorê, Hewîce û bajarokên derdorê cihê dorpêçkirî yê dawî ku di destê DAIŞ de ye li Iraqê pêk tînin ji bilî beşekê li aliyê Geliyê Firatê ji sînorê bi Sûriyê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500