Nûçeyên Iraqê

Iraqê termên tîma balafira ku DAIŞ ew xistibû vegerandin

Hêzên Iraqî termên du kesan ji tîma balafireke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sala par hatibû xistin vegerandin, AFP roja Sêşemê (10ê Cotmehê) raport kir.

Balafira Sîsna 208 Karavan hat xistin dema li asmanê bajarokê Hewîcayê difirî hat xistin, bajarok asêgeke DAIŞ bû û hêzên hikûmetê heftiya bihûrî ew dubare kontrol kirin.

"Termên du kesan ji tîma ku endamên wê di rûxana Sîsna Karavan li Hewîcayê hatin kuştin di Adara 2016ê de hatin dîtin," Hêza asmanî eşkere kir.

"Cîhadiyan termên lîwa Elî Ubûdi û raid Muhemed Şêxlî veşartibûn," hêza asmanî got, û da zanîn ku lêgerîna li termê endamên sêyem ê tîmê, eqîd Mihemed Ebdil Kesar, berdewam e.

DAIŞ got ku wê bi topên li dijî balafir anî xwar dema ku wê êrîşên asmanî li Hewîca pêk tanîn roja 16ê Adara 2016.

Wê vîdyoyek weşand ku tê de çekdarên wê aheng li dar dixistin li dor balefira ketî û bermahiyên termên tîma firokeyê.

Li gorî nifşê êrîşkirinê, Sîsna 208 dikare mûşekê Hilfayer, ên bi lêzer tên arastekirin, bavêje.

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê destê xwe danîn ser Hewîca, û kontrkirina dawîn navenda gelek nişîn a di dest DAIŞ de li Iraqê beşeke ji geliyê Diclayê li tenîşt Sînorê Sûriyê.

Hîna şer li gundewarê bajarokê didome, lêbelê hêzn hewl didin ku dora 60 gundên ku di dest tundrewan de ne kontrol bikin û bigihin tixûbên bi Kurdan re li bakur û rojhilat.

Hêzên Kurdî rastî êrîşê li bajarokê Dibis hatin, dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Kerkûkê, efserekî ji AFP re eşkere kir.

"Hinek cîhadî alek sipî li ber dikirin bi ser me de hatin û piştre êrîşî şervanên me kirin û yek ji wan kuştin," efserê Kurd got.

Wî got ku hêzên Pêşmerge bersiva êrîşê dan, heşt çekdarên DAIŞ kuştin û sê girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500