Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî derbasî Geyara dibin

Hêzên Iraqî hindeverên Qeyara, 60 kîlomitir durî başûrê Mûsilê ye girtine, piştî hilweşîna çeperên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li derdora bajêr, Wezareta Berevaniya iraqî roja Sêşemê (23'yê Tebaxê) got.

"Hêzên Iraqî, ku ji hêzên artêşê û ajansa dij-terorê pêk hatibûn, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, serê sibeha Sêşemê derbasî nava Geyara bûn û deverên li bakurê bajêr girtin," berdevkê wezaretê emîd Yihya Resûl ji Diyaruna re got.

"Operasiyon berdewam e û aniha armancên xwe bi dest dixe" Berdevkê Ajansa Dije-Terorê Sebah Noman ji AFP reghand. " Geyara dê bê paqijkirin, û dê operasiyon bilez were dorpêçkirin, ji bo bihêzkirina planên me [...] yên girêdayî şerê dawî ku şerê rizgarkirina Mûsilê ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500