Nûçeyên Iraqê

Frakisyonên opozisyona Sûrî banga çaresereke diplomatîk dikin

Du kutleyên opozisyona Sûrî li Qahira roja Sêşemê (16'ê Tebaxê) civiyan û bang li dewambûna danûstandinên di navbera girûpên siyasî yê Sûrî kir daku çaresereke diplomatîk jibo krîzê bên dîtin, Ehram Online a Misrî ragihand.

Di civîneke hevbeş de, el-Xad el-Sûrî (Siberoja Sûrî) ya li Qahira kar dike û Desteya Niştimanî jibo Guherîna Demokratîk bang jibo berdewambûna danûstandinan kir, berdevkê el-Xad el-Sûrî Elî el-Asî got.

Elî el-Asî got ku ew her du firakisyonên siyasî dupat kirin ku dibe piroseya diplomatîkî "bê tu mercên pêşwext" ji tualiyên beşdar berdewam bike li gorî konferansa Cinêv û biryarnameyên navdewletî yên peywendîdar.

Desteya Niştîmanî, bi serokatiya Ismaîl Ebdil-Ezîm, û el-Xad el-Sûrî, bi serkêşiya Ehmed el-Cerba, serokê berê yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûrî, behsa "metirsiyên ku tirsê li ser yekbûna Sûriyê û serweriya erdê wê çêdikin kirin".

Ev du şander bang li welatên Ereb kirin ku piştgiriya guherîna demokratîk li Sûriyê bikin daku "bigihin armancên gelê Sûrî yê azadî, rûmet û dadweriya civakî".

Her du şander tekez kirin ku şerê li dijî "terorê û tundrewiyê" û "pêbendî bi çaresera syasî" du "girînigiyên jênerev in", û bang li partiyên beşdar kirin ku "gelek kar bikin ji bo yekxistina hewil û nêrînan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500