Nûçeyên Iraqê

NY: Tu karwanên mirovî li Sûriyê bo dema mehekê nebûn

Karwanên alîkariyê di meha borî de negihan deverên dorpêçkirî yên Sûriyê ku pêwsîtiya wan gelekî bi xwarin û dermanan heye, şanderê NY Staffan de Mistura roja Pêncşemê (18'ê Tebaxê) got.

"Karwanek jî bi tenê negihaye tu devereke dorpêçkirî ji aliyê mirovî ve di heyama mehekê de," piştî civîneke kurt a tîma karê mirovî de Mistura got, berpirsyarî xiste stûyê şerê giran de.

Şander careke din behsa banga NY jibo rawestandina şer bo dema 48 saetan li Helebê kir, ku nêzîkî 1.5 milyon sivîl hatine dorpêçkirin di demekê de ku şer navbera hêzên rejîm û opozîsyonê de gur dibe.

De Mistura got ku her 17 welatên ku Girûpa Navdewletî ji bo Piştgiriya Sûriyê pêk tînin, ku di tîma karê mirovî de ne, dê civîneke din di demeke din de roja Pêncşemê derbarê pirsa rawestandina şerê li Helebê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500