Nûçeyên Iraqê

Tirs li ser sivîlan zêde dibe bi nêzîkbûna şerê Helebê

NY banga gihiştina alîkariya lezgîn ji bo Heleba Sûriyê kir di dema ku hêzên rejîmê û çekdarên opozîsyonê xwe amade dikin ji bo şerê kontrolkirina bajêr, AFP roja Sêşemê (9ê Tebaxê) ragihand.

Bi sed hezarên sivîlan di nav bajêr de mane, di dema ku derman û xwarina di depoyan de "bi awayekî bilez û metirsîdar kêm dibe", berpirsê bilind ê NY bo alîkariyên mirovî li Sûriyê, Yaqûb El Hilo, û kordînatorê herêmî Kevin Kennedy di daxuyaniyekê de roja Duşema borî gotin.

Wan daxwaza agirbesteke bi berdewamî yan heftane 48 saetan kir bo "derfetên mirovî" ji bo gihiştin bo kesên hewcedar.

UNICEF got ku zarok û malbat li Helebê di "rewşeke dilêş" de ne, ligel zêdetirî du milyon kesên bê av ji bo dema çar rojan piştî ku şer zerer gihand torên elektirîkê ku ji bo gihandina alîkariyan pêwîst bû.

"Ev qutbûn di demekê de ne ku pêleke germê tê, dihêle ku zarok rûbirûyî metirsiyeke mezin a nexweşiyên veguhêz bibin," Hena Sînger, nûnera UNICEF li Sûriyê, di daxuyaniyeke xwe de got.

"Bidestxistina aveke paqij nabe ku dîsa li benda rawestandina şer bimîne. Jiyana zarokan di metirsiyeke mezin de ye," Sînger got.

NY dibêje ku du milyon kes li bajêr di metirsiyê de ne, di nav wan de nêzîkî 275.000 li rojhilatê Helebê ne. Texmînên din dibêjin ku hejmara sivîlan li bajar dora 1.5 milyonî ye, ji wan 250,000 li taxên rojhilat in.

Pevçûnên qutqutî li derdora bajêr roja Sêşemê qewimîn, lê heta niha nîşan nînin ku dê kîjan alî dest bi êrîşeke mezin bike.

Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov piştrast kir ku pevçûn li Ramûsê pêk hatin û anî ziman ku êrîşên asmanî yên li ser navçeya bin destê opozîsyonê li Helebê bûn sedema kuştina sê sivîlan serê sibeha Sêşemê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê hezke, şerê Helebê dê di berjewendiya şoreşgerên rastî de yekalî bibe. Heleb weke Stalîngirad e; gora dagîrkerên Rûsî û Îranî ye, û herwiha ya piyonê zikreş Nesrella ye.

BERSIV BIDE