Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê serkeftinên opozîsyonê li Helebê rediwestîne

Hêzên rejîma Sûriyê ji nişka ve erd li gundewarên başûr-rojavayê Helebê kontrol kirin, operasyoneke opozîsyonê ya bi serkeftinên dem-kurt sekinand, AFP roja Çarşemê (3'ê Tebaxê) got.

Çekdarên opozîsyonê ji çend girûpan, di nav wan de Eniya Nusra, roja Yekşemê dest bi êrîşekê kirin jibo kêmkirina dorpêça rejîmê li ser navçeyên bin destê opozîsyonê de, lê leşkerên rejîmê bersiva êrîşê dan, û çend cih vegerandin.

Hêzên rejîmê dest danîna ser lutkeyên du giran û du gundên biçûk li gundewarê başûr-rojavayê Helebê derengiya roja Sêşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku bêtirî 50 çekdarên opozîsyonê ji destpêka êrîşê ve hatine kuştin, û bi dehan ji leşkerên rejîmê jî.

Di şevê de, herî kêm 10 sivîl, di nav wan de çar zarok, di topbarana opozîsyonê de ya li ser navçeyên terefên başûr-rojavayê Helebê yên di destê rejîmê de hatin kuştin, û bêtirî 40 sivîlan ji Yekşemê ve hatine kuştin, Rewangehê got.

Hevdem, rêveberê herêmî yê UNICEF li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Saed Hûrî, roja Çarşemê banga parastina hemû zarokên Helebê kir.

Wî di daxuyaniyekê de got ku di beşê rojhilatê bajêr de, 300,000 kes, ku sê beşên wan zarok in, ji destpêka Tîrmehê ve hatine dorpêçkirin.

"Em bang li hemû aliyên krîzê dikin ku rêya gihiştina bêastengî bo zarok û malbatan yên li her dera bajêr bidin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500