Nûçeyên Iraqê

Li Helebê şer girantir dibe piştî girtina rêya serekî ya Alîkariyên opozîsyonê

Çekdarên opozîsyonê roja Duşemê (11'ê Temûzê) êrîşî navçeyên ku di destê rejîmê de ne li Helebê li Sûriyê kirin piştî ku rejîm r;ya serekî ya alîkariyên opozîsyonê ya li bajêr mayî birî, AFP ragihand.

Êrîşa opozîsyonê di berbangê de destpê kir,li gel pevçûnên giran di navbera hêzên rejîmê û opozîsyonê de li ser eniya pêşî ya li bakurê bajar.

"Komên opozîsyona Sûrî êrîşeke berfireh li dijî rejîmê li ser çar eniyan di hundirê bajarê Helebê de destpê kirin, di nav de bajarê kevin," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

"Niha şerên dijwar diqumin,lê opozîsyon pêşneketiye,ji ber bombebarana giran ya rejîmê" wî got.

Bombebarana bajarê kevin ya di bin destê opozîsyonê de bû sedema kuştina sê sivîlan sebeha roja Duşemê, Rewangehê got, û 300 topên opozîsyonê li rojavayê Helebê ji berbangê ve hatin barandin, di encamê de 9 sivîl hatibûn kuştin,

Roja yekşemê,şervanên opozîsyonê êrîşek destpê kirin ji bo bi paşdebirina hêzên rejîmê ji rêya Kastîlo û dûbare vekirina rêya alîkariya serekî, lê bi serneket û herî kêm 29 şervanên opozisyonê hatine kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500