Nûçeyên Iraqê

Zêdetirî 290,000 kesan di şerê Sûriyê de hatine kuştin: Çavdêrgeh

Krîza Sûriyê canên zêdetirî 290,000 kesan standine, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Duşemê (8ê Tebaxê) got, û hejmara kuştiyan a dawî bo şerê pênc-salî pêşkêş kir.

Li gorî Çavdêrgehê, 292,817 kes di navbera Adara 2011an, dema ku krîzê destpê kir, û dawiya Tîrmehê de hatine kuştin, AFP ragihand.

Ev hejmar zêdebûna bi tenê 10,000 kesan nîşan dide ji dema ku Çavdêrgehê hejmara xwe ya dawî di 26ê Gulanê de dabû.

Di nav miriyan de 84,472 kes sivîl in, di nav de 14,711 zarok û 9,520 jin, di daxuyaniyê de hat.

Çavdêrgehê mirina 50,548 çekdarên opozîsyona netundrê û şervanên Kurdî bibelge kir.

49,547 çekdarên din ên tundrê, di nave de kesên ne-Sûrî jî hebûn, hatine kuştin.

104,656 çekdarên ku piştgiriya rejîmê dikin hatine kuştin, di nav wan de 57,909 serbaz û 1,306 çekarên Hizbullah.

Çavdêrgehê got ku 3,594 ji van kuştiyan nehatine naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500