Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bi dehan çekdarên DAIŞ li Enbarê dikujin

Hêzên asmanî û piyade yên Iraqî 53 çekdarên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li çend deverên parêzgeha Enbarê roja Çarşemê (3ê Tebaxê) kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê got.

“Hêzên artêşa Iraqî, bi nûnertiya Firqeya 1ê, Firqeya 7ê, Lîwaya Zirxî ya 4ê û Fewca Operasyonên Taybet, û bi piştevaniya balafirên hevpeymaniya navdewletî ,roja Çarşemê şerên dijwar li dijî DAIŞê li Girava Ramadî, Hît, Kîlo160, û Zawiya, rojava û rojhilatê Enbarê pêk anîn, di encamê de 53 terorîst kuştin, di nav wan de çekdarên biyanî," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

“Lîderekî bilind ê DAIŞê bi navê Dahî Xelef el-Diyabî di nav kuştiyan de bû,” wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500