Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî roja Yekşemê (24ê Îlonê) çendîn êrîşên asmanî pêk anîn ku herdu bajarên Hewîca û Rawa kirin armanc, û bi dehên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, Wezareta Berevaniyê got.
Êrîşan "53 terorîst kuştin û baregeheke DAIŞ û çar depoyên çekan wêran kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
"Kargeheke çêkirina bombeyan, çar kontênerên barkirî bi alavên lojistîk, şeş otombîlên barkirî bi teqemeniyan, sê kargehên bomberêjkirina otombîlan û pênc cihên berevaniyê jî di êrîşan de hatin wêrankirin, wê got.