Hêza asmanî ya Iraqî êrîşên asmanî li ser cihên rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li nêzî sînorê Sûrî pêk anîn, û bi dehên çekdaran kuştin, Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (10ê Gulanê) ragihand.
"Şaneya Bazên Hewalgirî, bi hevahengiyê ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, 11 êrîşên asmanî li Anah û çar li Qaimê pêk anîn," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Êrîşê 47 çekdar li Anah û 53 çekdar li Qaim kuştin, daxuyaniyê got.
Kargehên çêkirina bombeyan û rokêtan û bomberêjkirina wesayitan di êrîşê de hatin wêrankirin, ligel cihekî ku ji bo embarkirina dronan bikar dihat û cihên bi navê "malên bêhinvedana xwekujan", daxuyaniyê got.