Nûçeyên Iraqê

Li Enbarê kargeheke serekî ya çêkirina bombeyan hate wêrankirin

Kargeheke ji bo bomberêjkirin otombîlan bi teqemeniyan li parêzgeha Enbarê şeva Yekşemê şev di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî de hat wêrankirim, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Duşemê (1'ê Tebaxê) got.

"Kargeh avahiyeke mezin bû ku kemiyeke mezin ji teqemeniyan, cebilxane, mekîneyên bestinê, parçeyên cuda yên çakirina otombîlan tê de hebûn, û yek ji mezintirîn kargehên çêkirina bombeyan bû," berdevkê wezaretê emîd Yihya Resûl got.

"DAIŞ ew ji demeke dirêj ve bikartanî, û ji ber vê yekê, ev operasyoneke ewlekarî ya mezin ji bo wê pêk hat" wî got.

"Kargeh bi tevahî di operasyonê de hate wêrankirin [...] û herî kêm deh terorîst di hundir de hate kuştin," wî got.

Operasyon bi hevahengî ligel hêza bejayî ya Iraqî û Ajansa Hewlagiriya Netewî hatibû pêkanîn, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500