Hêzên Iraqî yên hevbeş kargeheke teqemeniyan li başûrê Bexdayê îro Çarşemê (13ê Îlonê) jihev xist, Fermandariya Operasyonên Bexdayê got.
"Hêzên hevbeş ên artêş û polîsan kargeheke ku 175 bombeyên bidestçêkirî [...], 17 barhilgerên ji bo bomberêjkirina ortombîlan û fetîlên teqîner li Ersanê, li başûrê Bexdayê dihewandin, dîtin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got..
"Kargehê herwiha alavên lihevxistin û dagirtina nitratên emonyomê lixwe digirtin, ligel 60 kîlogram ji netratên emonyomê û du otombîlên bi teqemeniyan barkirî," daxuyaniyê got.
Hêzên Iraqî bi awayekî serkeftî kargeh jihev xist, kargeha ku di maleke bêxwedî de bû, wê got.