Nûçeyên Iraqê

DAIŞ li Mûsilê dirûxe: Wezareta Berevaniyê

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê li ber jinavçûnê ye dema hêzên Iraqî xwe ji destpêkirina êrîşekê ji bo rizgarkirina bajar amade dikin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Çarşemê (20'ê Tîrmehê) got.

"Me agahiyên îstixbaratî yên tekûz wergirtin ku nîşan didin serkêşên bilind ên DAIŞ dest bi valakirina malên ku ew di nav de bûn kirin li Mûsilê, û ku ew çûne cihinan yên nenaskirî, dema hêzên Iraqî bi pêşve diçin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Girafitî di ser dîwarên malan û avahiyên hukmetê de diyar bû, ku berxwedanê li dijî DAIŞ nîşan didin, daxuyaniyê got.

"Tirsa gel ji DAIŞ hat şikestin, û pevçûnên dubare di navbera wan û yên bi hisba (polîsa olî) tên naskirin derketin ji ber nepejrandina wan ji tu destêwerdanekê re taybet bi karûbarên wan ên kesane," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500