Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî molgehên DAIŞ ên sereke li Mûsilê vedigerînin

Hêzên ewlekariya Iraqî hejmareke dest danîn ser veşargehên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku agahiyên hesas li ser çekdarên grûpê û avahîsaziya wê ya serbazî û îdarî têde bûn, Wezareta Beravaniya Iraqî roja Sêşemê (17ê Kanûna Duyem) got.

Bi hevahengiya Fermandariya Operasyonên Nînewa re "hêzên me gelek molgehên DAIŞ ji çekdarên Rûs û Tacîk vegerandin û navendeke pêwendiyan ya pêşketî ku gelek amûrên û sîstemên pêwendiyê têde bûn li aliyê rojhilatî yê Mûsilê dîtin", wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Em hêvî dikin ku dûvçûna tiştên wiha dê alîkariya me bike di girtina gelek lîderên DAIŞ û nîşandana planên wan de," daxuyaniyê got.

"Laptop û CDiyên ku agahiyên girîng li ser çekdarên DAIŞ, û belge û nameyên bi Erebî û Rûsî lixwe digrin ku handana îdyolojiya reş didin, di nav wan molgehan de hatin dîtin," daxuyaniyê got.

Kargehek bo çêkirina manikinên ku DAIŞ bo xapandina hêzên Iraqî û hêzên asmanî bikar tanîn li taxên Hedba û Kendî hat dîtin, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500