Nûçeyên Iraqê

Iraq alîkariyên bilez dide malbatên ji DAIŞ revyane

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî pêşwaziya 2,000 malbatên derbiderkirî kir di hersê rojên derbasbûyî de li kampa penaberan li Bêcî, li parêzgeha Selahedînê, piştî ku ew ji deverên di bin kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de reviyan, wezaretê roja Sêşemê (26'ê Tîrmihê) got.

“Tîmên me yên lihewarçûnê alikarî dane 1,964 malbatan û ew li kampan bicih kirin, û xwarinên bilez û îlacan didin wan,” wezaretê di daxuyaniyekê de got. “alîkarî ji maşînên hînikkirinê, xwarin, dermanan, û pêdiviyên miroviyên corawcor pêk tên."

Malbat ji el-Şerqat reviyane, ku navçeyeke dikeve başûrê Mûsilê, daxuyaniyê got.

“Tîmên nûjdariyê hatin dabînkirin daku jin û zarokan fehs bikin,” daxuyaniyê got.

Wezaretê got ku ew dê dayîna alîkariyan bo malbatan dewam bike heta dema malên wan ji DAIŞ bên rizgarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500