Şanderê NY ji bo Suriyê roja Duşemê (11'ê Tîrmehê) got ku ew gihiştine "çirkeke girîng" ji hewlên anîna rêkeftineke siyasî ji bo bidawîkirina cengeke pênc salî û şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAŞ), AFP ragihand.
"Di navbera niha û Îlonê pencereyeke me ji bo peydakirina formuleyekheye ku ew ji şerê DAIŞ û Cebhet el-Nusra û vegustina siaysî pêk tê," Staffan de Mistura got.
Danustandinên aştiyê bi piştgiriya NY dixwaze şerê ku zêdetirî 280,000 kesên mirî hişt û bi melyonan ji malên xwe reviyane bidawî bike, û bi aweyek tiyorî divê vê mehê bidomin.
Lê belê de Mistura got ku ew misogeriya pêşketinê dixwaze beriya ku danustandindîsan destpê bikin.