Nûçeyên Iraqê

Karwana yekem ya alîkariyan gihşte du bajarên dorpêçkirî yê Suriyê ji sala 2012 ve: Xaça Sor

Karwana ku ji xwarin û dermanan pêkhat derbasî 2 bajarên dorpêçkirî yê Suriyê bû li nêzîkî Şamê roja Çarşemê (29'ê Hizêranê), alîkariya yekem e radestî wan dibe ji sala 2012 ve, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) AFP got.

Şaroçkeyên Zemelka û Erbîn dawîn herêmên Surî yên dorpêçkirî ne ku alîkariyên mirovî wergirtin, piştî ku NY alîkarî ji bo 16 herêmên din pêşkêş kiribûn ji destpêka vê salê ve.

ICRC got ku ev 37 kemyonên Alîkariyan in bi hevkariya NY û Heyva Sor a Erebî ya Surî, di nav de Pakêtên xwarinê, ard, û pêwistiyên paqijiyê ji bo 20,000 şênî re.

"Ev rojeke balkêş e, ji ber ku ev cara yekem e, ku em dê karibin karwana hevbeş bighênin" nav Zemelka û Erbîn, kordînatorên bilind ê mirovî yê NY li Sûrî Yaqub el Hilo got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500