Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymaniyê bircên kontrolê yên DAIŞli el-Şirqat wêran dikin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî roja Duşemê (27ê Hezîranê) sê bircên kontrolê yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Şirqat, ku dikeve bakurê Tikrîta paytexta parêzgeha Selahedîn, wêran kirin, li gorî Wezareta Hundir.

"Balafirên hevpeymaniyê îro li sê bircan dan ku ew ji aliyê teroristên DAIŞ ve ji bo operasiyonên çavdêrî û nîşangiriyê dihatin bikaranîn," berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen ji el-Şurfa re got.

Êrîşên asmanî herwiha veşargeheke çekan û maleke bênvedanê ya endamên DAIŞ kirin armanc, û bi temamî wêran kirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500