Balafirên Iraqî rêzên pêşî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Cezîret el-Xalidiya, li rojhilatê Remadî, wêran kirin, bi dehên çekdarên grûpê kuştin û birîndar kirin, polîsên Iraqê li parêzgeha Enbarê roja Pêncşemê (23yê Hezîranê) gotin.
Êrîşên asmanî pênc bingehên DAIŞê wêran kirin, sê otombîl -- yek ji wan tifingeke giran hilgirtibû -- û du motorsîkil, fermadarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kessar Erzayic ji el-Şurfa re got.
Herî kêm 30 çekdarên DAIŞ di êrîşê de hatin kuştin an jî birîndar bûn, wî got.