Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî cihên DAIŞê li derdora Mûsilê armanc girtin

Balafirên şer ên hevpeymaniyê tunelên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê armanc girtin, berpirsekî bilind ê artêşa Iraqî roja Çarşemê (10ê Tebaxê) got.

“Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî tunelên DAIŞ li Barîma, gundekî li Başîqa, rojhilatê Mûsilê, wêran kirin ku ji aliyê DAIŞ ve ji bo xweveşartinê û pêkanîna êrîşên jinişkave li dijî hêzên ewlekariyê dihatin bikaranîn,” Fermandarê Operasyonên Nînewa Necimedîn Karîm el-Cibûrî ji Diyaruna re got.

“Dibe ku hejmarek ji terorîstên DAIŞ di van tunelan de hatibin kuştin dema ku ew bûn armanc," wî got.

Herwiha, çend endamên DAIŞ, di nav de lîderên bilind, di êrîşeke asmanî de ku civîna wan li parêzgeha Nînewa kire armanc hatin kuştin.

“Li gorî agahiyên îstixbaratî ku ji aliyê Ajansa Dije-Terorê ve hatine dayîn, teyrbazên hêza asmanî ya Iraqî êrîşek pêk anîn û baregehên civînên lîderên bilind ên DAIŞ li el-Sahil el-Eyser li parêzgeha Nînewa wêran kirin,” Wezareta Berevaniya Iraqî di daxuyaniyekê de got.

“Sê lîderên bilind, neh alîkarên wan û sê terorîstên Ereb di êrîşa asmanî de hatin kuştin,” di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500