Nûçeyên Iraqê

Rojnamevanên Sûriyê li welatên mêvandar hîn di metirsiyê de ne: saziyeke çavdêriyê

Di raporeke roja Duşemê (20ê Hezîranê) de, saziyeke çavdêriya mafên medyayî got ku rojnamevanên Sûriyê ku li Urdun, Libnan û Tirkiyê penaber in hîn di metirsiyê de ne tevî ku ji welatê xwe reviyane, AFP ragihand.

"Bi sedên rojnamevanên profesyonel û neprofesyonel ji welatê xwe reviyane ji ber ku wê rastî îşkencekirina biarmanc û tundutûjiya krîzê hatibana," saziya Nûçegihanên Bêsînor ragihand.

"Gelek ji wan rastî zehmetiyên berdewam tên û hîn li ser selametiya xwe ditirsin li wan welatên ku di wan de penaber in," wê got.

Rapora saziyê li ser bingeha hevpeyvînên ligel 24 rojnamevanên Sûriyê yên ku di diyasporaya welatên cîran de dijîn hatiye amadekirin.

Ligel metirsiyên ku rastî wan tên di nav û li derveyî welatên mêvandar de û êcarinan rîşên kujer, saziyê got ku desthilatan mafên rojnamevanan ku bi azadî bigerin, cihê mayîna xwe hilbijêrin an jî dev ji wî welatî berdin û vegerin welatê xwe sînordar kirine.

"Mafên wan ên parastinê ne pêkhatî ne, ew nikarin parastineke qanûnî ya wekhev bidest bixin. Ew rastî îstixlal û koletîkirinê tên. Dibe ku ew bêheq werin girtin, zîndankirin an jî bo Sûriyê bên şandin," wê got.

"Nasandineke qanûnî û fermî ji rojnamevanên Sûriyê û karên wan ên rojnamevanî re li van welatan dikare wan dûrî gelek binpêkirin û metirsiyan bixe, herwiha peydakirina çarçoveyeke îdarî û qanûnî ji çalakiyên wan re," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500