Nûçeyên Iraqê

Nûçegihanên Bê Sînor: 19 rojnamevan di sala 2016an li Sûriyê hatin kuştin

Herî kêm 57 rojnamevan di sala 2016an de dema ku ew li ser karê xwe bûn hatine kuştin, Nûçegehanên bê Sînor roja Duşemê (19ê Kanûna Yekem) got.

Girûpa azadiya rojnamevaiyê got ku tenê li Sûriyê 19 hatine kuştin, û 10 li Efganistanê, neh li Meksîk, heft li Iraqê û pênc li Yemen, AFP ragihand.

Hema bibêje ku tevahiya rojnamevanên kuştî rojnamevanên xwecihî bûn.

Tevî ku ew ji hejmara 67 a kuştiyên par kêmtir e, Nûçegehanên bê Sînor sedema kêmbûnê wiha rêz kir "rastî ewv e ku gelek rojnamevan ji welatên gelek bitirs reviyane, bi taybetî ji Sûriyê, Iraqê, Lîbya, Yemen, Afganistan û Burundî.

Wê got ku vekişîna raporteran ji van welatê bi arîşa "qulên reş ên nûçe û agahiyan çêkirin ku li wir bêcezakirin berbelav e".

"Pinpêkariya dijî rojnamevanan gelek gelek bi mebest e," emîndarê giştî yê Nûçegehanên bê Sînor Christophe Deloire got. "Ew bi awayekî diyar têne armanckirin û kuştin ji ber ku ew rojnamevan in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500