Nûçeyên Iraqê

DAIŞ du rojnamevanên Îraqî li başûrê Mûsilê dikuje

Du rojnamevanên ku ligel televîzyona Huna Selahedîn kar dikin li gundekî li başûrê Mûsilê ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin kuştin, AFP îro Înê (7ê Tîrmehê) ragihand.

DAIŞ destpêka vê hefteyê derbasî Îmam Xerbî li Geyara bû, dest danî ser erdên gund, hêzên Îraqî şer dikirin daku cihadîyan der bixin, karmendan got.

"Hevkar Herb Hezaa Dilêmî, peyamhinêrê Kenala Huna Selahedîn û Sudad Durî wênegirê heman stasyonê, şehîd bûne" li Îmam Xerbî, kenalê got.

Herwiha wêneger Elî Cemal Ekab di êrîşê de hate birîndarkirin, neqîb Xeldûn Cibûrî ji Diyaruna re got.

Her sêyan operesyonên hêzên Îraqî li Mûsilê dişopandin gava ku DAIŞ êrîşî wan kir, wî got.

Berdevkê wezareta karên hundir emîd Saed Maen tekez kir ku herdu rojnamevan li gund hatin kuştin û got hin rojnamevanên din di malekê de bi polîs re hatine dorpêçkirin.

Wî got, hêzên ewlekarîyê di du malên dûrî van kesên ku hatibûn dorpêçkirin de bûn, lê ji ber nîşangirên DAIŞ tevgera wan hedî bûbû.

Şaredarê Geyara Xalid Carelah ji Diyaruna re got ku rojnamevan rastî êrîşekê ji alêyê çekdarên DAIŞ ve hatin, "di hewldanekê de ku nehêlin ew rastîyê rabighînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500